Li Dîlokê otomobîlek wergeriya: 6 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nurdagiyê ya Dîlokê otomobîlek wergeriya û di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku şofêrê wê A.A. bû li ser rêya Nurdagi-Dîlokî wergeriya şerampolê.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û polîs çûn cihê qezaya trafîkê.
Di qezayê de şofêr û E.A., Y.A., R.A., Y.A. û Z.A. birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Nurdagiyê.
Hat ragihandin ku rewşa Y.A. giran e.