Li Mizgefta Fatih a Stenbolê Misilmanan bi hev re nimêja cejnê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mizgefta Fatih a li bajarê Stenbolê ya Tirkiyê ji bo nimêja Cejna Remezanê hundir, baxçe û derve bi Misilmanên jin û mêr tijî bûye.

Îsal Misilmanên Tirkiyê roja Îniyê pêşwazî li cejnê kirin ku ji bo wan rojeke pîroz e. Bi hezaran Misilmanan ji sibehê zû ve berê xwe dane mizgeftan lê dibêjin tama cejnên berê nemaye.

Welatî Ziya Altun anî ziman, “Remezanên niha ne wek ê berê ne. Şansê me û zarokên me nîne ku em Remezanên berê bibînin û tama wê bizanibin. Lê divê hemû kes hest bi vê menewiyat û kêfxweşiyê bike.”

Li Tirkiyê cejna îsal di demekê de ku ji hilbijartinan re kêmtir ji mehekê maye tê pîrozkirin. Ji ber enflasyona bilind û bihabûna jiyanê karê desthilata ku 20 sal in li ser kar e, di van hilbijartinan de hinekî zehmet e.

Welatî Musa Çelik got, “Tiştê ku tên kirin, em hemûyan dibînin. Ez naxwazim kesekî din were ser desthilatê û hemû tişt di nîvî de bimînin. Bila berdewam be, ez Xwedê vê yekê dixwazim.”

Hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên Tirkiyê 14ê Gulana 2023ê têne kirin. Ji bo serokkomariyê 4 berbijêr hene. Eger ji wan yek di gera yekem de %50yê dengan wernegire, dê 28ê Gulanê hilbijartina serokkomariyê di navbera du berbijêrên ku dengê herî zêde wergirtine careke din bê kirin.