Ozer Sencar: HDP berbijêr nîşan nede, dê hilbijartin di gera yekem de bi dawî bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Kompanya Lêkolînê ya Metropollê Ozer Sencar ragihand, eger Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo serokkomariyê berbijêr nîşan nede, dê hilbijartin di gera yekem de bi dawî bibe.

Ji hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 14ê Gulanê re 55 roj man. Kompanyayên rapirsiyê jî li ser rapirsiyan dikin û ji raya giştî re eşkere dikin.

Heta niha Recep Tayyip Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu, Muharrem Înce, Sinan Ogan, Fatih Erbakan, Ahmet Ozal û Dogu Perinçek berbijêriya xwe ya bo serokkomariyê ragihandine. HDPê jî heta niha biryar nedaye û tê çaverêkirin roja Çarşemê 22ê Adarê biryara xwe eşkere bike. Eger heye HDP berbijêr nîşan nede û piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu bike.

Ozer Sencar got: “Li gor lêkolînan ji bo ku hilbijartin di gera yekem de bi dawî bibe, divê HDP berbijêr nîşan nede û Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce jî nebe berbijêr. Dengê Partiya Memleket di meha Çileyê de ji hezarî 5 bû. Meha Sibatê gihişte %2.7 û di meha Adarê de jî gihişte %3.5an.”

Sencar dibêje, eger berbijêr zêde bin bi egereke mezin hilbijartin bo gera duyem dimînin.

Sencar got: “Eger Kemal Kiliçdaroglu û CHP, Muharrem Înce qani bikin dê ev di berjewendiya Hevpeymaniya Millet de be. Eger na hilbijartina ku Sinan Ogan û Muharrem Înce berbijêr bin û HDP jî berbijêr nîşan bide di gera yekem de bi dawî nabe. Eger HDP berbijêr nîşan nede û berbijêriya yên din berdewam be, dîsan jî dibe ku di gera yekem de bi dawî nebe.”