Tirkiyê tedbîrên dijî vîrusa koronayê zêde kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ji ber nexweşiya vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) tedbîrên li tesîs, restorant, wargeh û malên kal û pîran zêde kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di çarçoveya tedbîrên li dijî belavbûna metirsiya vîrusa koronayê hinek biryarên nû derxist û tedbîrên li tesîs, restorant, wargeh û malên kal û pîran zêde kir.

Ji bo tedbîran dê bi awayekî rast û bêkîmasê qeydên kesên 14 rojên dawîn di otêlan de mane agahiyên seyahatên wan ên li nav wîlatî û dervayî wî welatî bên girtin.

Weke tedbîran li restorantan ji bo metirsiya belavbûna vîrusê, mesafeya di navbera maseyan de divê ji metreyekê kêmtir nebe.

Di çarçoveya tedbîran de li navend û malên kal û pîran eger gumana bi nexweşiya Covid-19ê hebin li ciyên navborî kesên dimînin dê ji nêzîk ve bên şopandin.