Cezaya Demirtaş hat pesendkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Tirkiyê, cezaya 3 sal û 6 meh ê hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku bi hinceta heqaret li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye, lê hatibû birîn pesend kir.

Li ser axaftinên Selahattîn Demîrtaş ku sala 2015an dema ji Rûsyayê vegeriya li balafirxaneyê kiribûn, li Stenbolê bi tohmeta "sivikatiya bi Erdogan" doz dijî wî hatibû vekirin. Dadgeha Stenbolê, 22ê Adara 2021ê bi hinceta heqaret li Erdogan kiriye 3 sal û 6 meh cezaya girtîgehê da Demirtaş.

Biryar bo 2emîn Dadgeha Herêmî ya Cezayên Giran a Stenbolê hatibû şandin.

2emîn Dadgeha Herêmî ya Cezayên Giran a Stenbolê, îro derbarê Demirtaş de civiya û biryara xwe da. Endamên dadgehê, bi piraniya dengan biryara Dadgeha Bakirkoyê ya derbarê Demirtaş de pesend kirin. Endamekî dadgehê dijî pesendkirina biryarê derket û deng neda.

Demirtaş, di axaftina xwe de gotibû, “Xelkê Tirkiyê ligel Rûsyayê şer naxwaze û ev lîstikeke AKPê ye. Wezîrê Derve û Serokkomar ji bo ligel Pûtîn û Lavrov wêneyekî bikşînin hewl didin. Ji bo bi wan re bi telefonê biaxifin her tiştî dikin.”

Tevî biryara azadkirinê ya Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME), Selahattin Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve di girtîgeha Edîrneyê de tê girtin.