Kiliçdaroglu: Peywendiyên me ligel dengdêrên Kurd baş in

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu  derbarê HDPê û Kurdan de got: “Dema pêwîst dike em bi HDPê re hevdîtinê dikin. Em dê dengdêrên Kurd qezenc bikin. Peywendiyên me bi wan re gelek baş in.”

Serokê Gişît yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê rojeva Tirkiyê de ji Reutersê re axifî. Kiliçdaroglu derbarê cihnegirtina HDPê di tifaqa 6 partiyan de got: “Ez vê bêjim, îro li Tirkiyê tenê em bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinê dikin. Em dê bi hemû partiyên siyasî re peywendiyên xwe berdewam bikin. Partiyên siyasî hêmanên bingehîn ên demokrasiyê ne û HDP jî partiyeke siyasî ya bi rêz e. Ji ber wê peywendiyên me bi wan re jî hene.”

Kiliçdaroglu dibêje: “Dema pêwîst dike em bi HDPê re hevdîtinê dikin. Em dê dengdêrên Kurd qezenc bikin. Peywendiyên me bi wan re gelekî baş in. Ti pirsgirêkeke me nîne. Bi HDPê re jî bi dengdêrên Kurd re jî peywendiyên me di çarçoveya standartên demokrasiyê de berdewam in. Ez dê biçûma Amedê, lê ji ber şert û mercên keşûhewayê nikaribûm biçûma, ez ê di demên pêş de biçim. Dibe ku, hêvî, daxwaz û pêwîstiyên wan hebin. Ev dê di nav demokrasiyê de bên axaftin û di çarçoveya mafên mirov de tiştên pêwîst bên kirin.”

Kiliçdaroglu  amaje bi Selahattin Demirtaş û Osman Kavala da û got: “Nayê qebûlkirin, hinek biryarên ji aliyê saziyên Ewropayê ve hatibin dayîn, li Tirkiyê neyên cîbicîkirin. Osman Kavala jî, Selahattin Demirtaş jî bêsedem di girtîgehê de ne. Li dijî yasa û hiqûqê tên girtin. Nabe mirovek ji ber nêrînên xwe bê darizandin û girtin. Hûn nikarin bêjin em biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê cîbicîh nakim. Em neçar in biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê cîbicîh bikin.”

Kiliçdaroglu herwiha derbarê berbijêrbûna serokkomariyê de jî got: “Ekrem Îmamoglu û Mansur Yavaş dê li ser karê xwe berdewam bin. Eger 5 serokên partiyên din ji bo berbijêrbûna serokkomariyê min pêşniyar bikin, ez dê qebûl bikim.”