Ferhat Encu bersiv da rexneyên HDP çima li ser Kurdî pasîf dimîne'

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê yê Stenbolê Ferhat Encû bersiv da rexneyên ku dibêjin partiya wî di zimanê kurdî de pasîf maye û di xebatên partiyê de girîngiya pêwîst nedaye Kurdî.

Hevserokê HDPê yê parêzgeha Stenbolê Ferhat Encû ku li studyoya Rûdawê ya Stenbolê bû mêvanê Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk têkildarî dersa bijarte ya Kurdî û nêzîkbûna HDPê ya ligel zimanê Kurdî axivî.

Ferhat Encû di derbarê pêvajoya dawî ya siyasî de nirxandinan kir û wiha got: “Em di asta herî bilind de xebatên xwe didomînin. Li Stenbolê di vê wateyê de kelecanek mezin heye, li Kartalê jî me mîtîngeke girseyî û bi coş pêk anî. Hem pandemî hem jî zext û bêhiqûqiyên li ser HDPê ev demeke dirêj bû bandor li raya giştî kiribû. Lê belê di pêvajoya hilbijartinê ya niha de hem helwesta li hemberî HDPê û hem jî gotina Hevseroka me Pervîn Buldan a 'em dê namzetê xwe diyar bikin' di nava raya giştî de coşeke mezin çêkir."

“HDP dê berbijêrek jin nîşan bide?”

Encû li ser pirsa gelo dê berbijêra HDPê jin be yan mêr be jî wiha got: “Bi rastî em hêj negihiştine biryareke teqez. Lê ji bo jinbûna wê gelek pêşniyar hene.”

Derbarê mijara hilbijartina dersa Kurdî de jî Encû got: “Bi rastî, em nikarin bibêjin ku ev dersên hilbijartî 'xapandin' in, lê em difikirin ku di vê demê de kêmasiyek mezin heye. Ji ber ku di bernameya HDPê de bend tuneye ku Kurdî bibe dersa hilbijartî. Em dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Em li ser van her du daxwazan siyaseta xwe dimeşînin û di vî warî de dixebitin.”

“Gelek xwendekaran dersên kurdî hilbijartibûn, lê bê bersiv ma”

Encû diyar kir ku wan par ji bo hilbijartina dersa Kurdî kampanyayek dan destpêkirin û got: “Gelek xwendekar çûn dibistanan û dersên Kurdî hilbijart, lê mixabin ev yek bêbersiv ma. Bi hincetên wekî Mamoste tune ne, em mamoste nabînin` ders nedan. Armanc ne ew bû ku Kurdî li wir bibe dersa hilbijartî. Em weke HDPê vê naxwazin. Kurdî ne tiştekî wihaye bi zimanê hilbijartinê. Ew ne zimanekî biyanî ye ku pêdivî ye ku mirov fêr bibe û ji derve were. Nêzîkî 20 milyon Kurd li vî welatî dijîn. Divê ev ziman jî bibe zimanekî serdest. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî.”

 “Çima HDP tevlî nebû?”

Li ser pirasa “Bê guman ev hemû rast in û gelek kes vê yekê tînin ziman,  lê par nêzî 20 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijartibûn û fêrî zimanê xwe bûn. Eger HDP jî biketa di nav vê yekê de û her çend 2 saet bin  jî raya giştî agahdar bikira... Çawa ku hûn wekî HDP gav bi gav gihiştin serkeftina xwe ya niha, gav bi gav mamoste dê bihatan damezrandin û hejmara kesên Kurdî dizanin dê zêde bibûya…” Encû wiha got: “Bê guman dikarin wek rojeveke siyasî bigrin û di vê wateyê de siyasetê bikin û raya giştî ragihînin. Lê em jixwe di her civîn, her kongre û civîna gel de gelê xwe agahdar dikin. Mînak dema me xebat û amadekariya mîtînga Stenbolê dikir ev mijar jî di rojeva me de bû. Ji bo parastina hebûn, çand û zimanê xwe em bi têgihiştina bikaranîna her derfetê tevgeriyan. Lê ziman tiştekî din e.

Tenê bi siyasetê re eleqedarbûn têrê nake, bi rastî ev mijarek ser siyasî ye. Divê ev tişt bên kirin û di bin pêşengiya saziyên Kurdistanê yên ku di warê ziman de dixebitin, lêkolîn bên kirin. Bi rastî, ev lêkolîn di pêşveçûnê de ne.”

Çima HDP di xebatên xwe de pêşengiyê nadin Kurdî?

Encû li ser pirsa “Di warê ziman de rexneyek giştî li HDPê tê kirin. Daxuyan an jî axaftinên hevserokan piranî bi Tirkî ne. Piraniya xebatên HDPê bi tirkî tên kirin. Çima hûn pêşengiyê nadin kurdî?” got: “Ev ne ji ber wê ye ku em giringiya pêwîst nadin zimanê Kurdî. Hûn li Tirkiyê siyasetê dimeşînin û divê hûn dengê xwe bigihînin rojavayê Tirkiyê û gelê wê. Rast e, di siyaseta me de zimanê serdest Tirkî ye. Di vê wateyê de em xwe kêm dibînin. Em jî ji bo ev kêmasî nemîne dixebitin.

Dema ku hevserokê me Mîthat Sancar derdikeve ser dikê di axaftin û bangeşeyên xw de Kurdî bi kar tîne. Berdevka me Ebru Gunay jî bi Kurdî daxuyaniyên çapemeniyê dide. Siyasetmedarên din ên weke Omer Ocalan jî Kurdî derdixin pêş.

Ev du sal û nîv e ku me bi partiyên din ên Kurdistanê re saziyek damezrand ku Kurdî bibe zimanê serdest. Em li ser siyaset û civaka Kurdistanê lêkolînan dikin.

 Hevalên me jî ji bo dersa Kurdî û perwerdeya Kurdî serlêdanê dikin. Em di vê wateyê de hewl didin, lê ev nayê wê wateyê ku têrê dike.”