Tirkiye: Di 2022an 24 hezar û 30 kompanya hatine girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Yekitiya Ode û Borseyên Tirkiyê (TOBB) di sala 2022an de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 24 hezar û 303 kompanya hatine girtin.

Yekitiya Ode û Borseyên Tirkiyê (TOBB) amarên kompanyayên ku di sala 2022an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine girtin eşkere kirin.

Li gor amaran tenê di Kanûna 2022an 4 hezar û 891 kompanya hatine girtin û ew rêje di Kanûna 2022an li gor heman meha sala 2021an ji sedî 177.3 zêde bûye.

Di sala 2022an de bi giştî li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 24 hezar û 303 kompanya hatine girtin.