Namzedê AK Partiyê cardin bû serokê parlamentoya Tirkiyê

Navenda Nûçeyan - Parlamenter û namezê AK Partiyê Ismail Kahraman di hilbijartina xûla nû ya desteya serokatiya parlamentoya Tirkiyê de, cardin weke serokê parlamentoya wî welatî hat hilbijartin.

 

Xûla nû ya hilbijartina desteya nû ya serokatiya parlamentoya Tirkiyê îro Duşemî 20ê Mijdara 2017ê birêve çû.

 

Di hilbijartinên xûla nû de, namzedê Partiya Dethilatdar a Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Ismail Kahraman bi bidestxistina 289 dengan cardin weke serokê parlamrntoya Tirkiyê hat diyarkirin.

 

Di civîna parlamentoya Tirkiyê de 509 parlamenter amade bûn û hilbijartin di 3 geran de hat encamdan.

 

Di hilbijartinan de Kahraman li ser lîsta AK Partiyê 289 deng, Zekerya Temizal li ser lîsta CHPê 124 deng, Selma Irmak li ser lîsta HDPê 37 deng, Celal Adnan li ser lîsta MHPê 36 deng, Yûsif Halacoglu li ser lîsta nû ya IYI Partî 7 deng bi dest anîn.

 

Herwiha 16 deng jî di hilbijartinan de nehatin hesabkirin.

 

Ismail Kahraman berî niha jî serokatiya parlamentoya Tirkiyê dikir.