Di navbera Wezîrê Tirkiyê û parlamenterê HDPê de rageşî

Navenda Nûçeyan – Di civîna parlamenterên NATOyê de di navbera Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Ziya Pir de nîqaû derket.

Bekir Bozdag pirsa derbarê girtina parlamenterên HDPê û ji kardûrxistina hevserokên şaredariyan de wiha bersivand: “Derheqê kesên rîayeta banga dadgehê nekirî de biryara bi zorê anîna dadgehê hat bicîkirin. Li tevahiya welatan dema ku banga dadgehê neyê bicîkirin ev yek tê pêkanîn.”


Bozdag herwiha îdia kir ku kesên li taxan xendeq kolandine bi wesayîtên şaredariyan reviyana û got: “Hinek şaredariyan çavkaniyên darayî yê şaredariyê pêşkêşî rêxistina teror kirine.”


Parlamenterê HDPê yê Amedê Ziya Pir jî gotinên Bekir Bozda red kir û wiha got:


“Ez wekî parlementerekî bi zorî hatiye desteserkirin diaxivim. Birêz wezîr dibêje, `heger danezaneke were şandin û ew neyê bicîkirin bi zorî dibin dadgehê`. Ev rast e. Ji min re îspat bike ku ji aliyê dadgehê ve danezanekê ji bo mala min yan jî cihê min hatiye şandin, ez ê roja Duşemê ji Parlamentoya Tirkiyê îstifa bikim.”


Ziya Pir di dema diaxaft, weşana hevbeş a ji bo medyayê hat qutkirin.