STENBOL - Lêpirsîna 'Çeteya Yenîdoganê': 9 nexweşxane hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna “Çeteya Yenîdoganê” de ruxsetên 9 nexweşxaneyên ku di îdianameyê de navê wan derbas dibe hatin betalkirin.

Di nava wan nexweşxaneyên ku ruxsetên wan hatine betalkirin de nexweşxaneya taybet a Avcilar Hospitalê jî heye ku xwediyê wê yek ji wezîrên berê yên tenduristiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Muezzinoglu ye.

Lêpirsîna “Çeteya Yenîdoganê” ku tê îdiakirin ji bo rojane 8 hezar lîre ji Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) wergirin pitikên nû ji dayik bûne di beşa çavdêriya hûr de girtine û bûne sedema mirina wan berdewam e.

Di vê çarçoveyê de ruxsetên 9 nexweşxaneyan hatin betalkirin.

Birêvebiriya Giştî ya Xizmetên Tenduristiyê 19ê Çiriya Pêşîna 2024an ji bo Birêvebiriya Tenduristiyê ya Stenbolê belgeyek şandiye û dibêje, kar û xebatên 9 nexweşxaneyan hatine rawestandin û divê nexweşên nû neyên qebûlkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihandibû ku di çarçoveya lêpirsînê de 47 kes tên darizandin û ji wan 22 kes girtî ne.

Nexweşxaneyên taybet ên ku ruxsetên wan hatine betalkirin ev in:

Avcilar Hospital

TRG Hospitalist

Nexweşxaneya Birinciyê

Nexweşxaneya Guneyê 

Bagcilar Medilife

Beylîkduzu Medilife

Nexweşxaneya Reyap Istanbulê 

Nexweşxaneya Şafakê

Silivri Kolan Hospital