Berdevkê AK Partiyê bikaranîna çekên kîmyayê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve red kir

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê îdiayên ku dibêjin, artêşa Tirkiyê li dijî endamên PKKê çekên kîmyayî bi kar aniye daxuyanî da û got, “Yên ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê bi bikaranîna çekên kîmyayî tohmetbar dikin, perçeyekî tora îftîrayê ne.”

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê îdiayên ku behsa wê yekê dikin ku artêşa Tirkiyê di operasyonên xwe yên li nav axa Herêma Kurdistanê de li dijî endamên PKKê çekên kîmyayî bikar aniye, bertek nîşan da.

Omer Çelîk red kir ku artêşa Tirkiyê di şerê li dijî PKKê de çekên kîmyayî bikar anîbe û ragihand, kesên behsa îdiaya bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve dikin alîkarên PKKê ne. got,

Çelîk got, “Yên ku Hêzên Çekdar ên Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcdar dikin, parçeyek ji tora îftîrayê ne.

Ev navendên ku hewl didin cinayetên rêxistina terorê bêguneh nîşan bidin ev in. Yên ku pesnê cinayetên PKKê didin, bi nûnertiya komên qirêj êrîşî Hêzên Çekdar ên Tirkiyê dikin.”

Çi bibû

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel a ser bi PKKê ve, roja 18ê Cotmeha 2022ê ragihandibû ku 17 gerîlayên wan di êrîşeke bi çekên kîmyevî ya Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya NPGê, artêşa Tirkiyê di operasyonên xwe yên li nav axa Herêma Kurdistanê de ku ji meha Sibata 2021an ve destpê kirine, li Gare, Zap, Metîna û Avaşîn “bombe û çekên kîmyayî yên qedexekirî li ser navneteweyî ku gazên jehrîn çêdikin”, bikar aniye.

PKKê herwiha daye xuyakirin ku ji sala 2021an ve heta niha artêşa Tirkiyê 367 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyayî li dijî gerîlayên wan bikar aniye û destnîşan kiriye, 46 gerîlayan di wan êrîşan de canê xwe ji dest dane.

HDPê jî derbarê mijarê de daxuyanî dabû

HDPê duh 19ê Cotmeha 2022an derbarê mijarê de daxuyanî dabû û ragihandibû: “Derbarê operasyonên Tirkiyê yên ji sala 2021ê ve di nav Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê de, belge û îdiayên cîdî hene ku di wan operasyonan de çekên kîmyayî hatine bikaranîn. Ew dîmenên vê dawiyê di medyayê de hatine belav kirin jî van îdiayan bihêz dikin.”

HDPê herwiha banga lêkolînê li saziyên peywendîdar kiribû û diyar kiribû: “Em di serî de bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî  (OPCW) û  Neteweyên Yekbûyî, ligel saziyên navdewletî û raya giştî dikin ku xebateke bi bandortir derbarê mijarê de bikin. Em pêdivî dîbînin ku Rêveberiya  Herêma Kurdistanê îdiayên derbarê bikaranîna çek û kelûpelên kîmyayî di nav axa wê de  bi awayekî cîdî lêkolînan bike.”