Bav, kur û bûk bi çifteyê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mutê ya parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê kesekî 3 endamên malbatekê bi çifteyê kuştin.

Li gorî zanyariyan li taxa Çomelekê ya navçeya Mutê ya Mêrsînê dema ku welatiyê bi navê Kemal Velî Akyaka (65) li pêşiya mala xwe bi malbata xwe re dims çêdikir di navbera wî û kesekî bi navê Tahir K. de nîqaş derket.

Nîqaşa Kemal Velî Akyaka (65) û Tahir K. veguherî pevçûnê.

Tahîr K. piştre çû mala xwe û çifteya xwe anî û gule li malbata Akyakayan reşandin.

Di bûyerê de Kemal Velî Akyaka, kurê wî Durmuşê 35 salî û bûka wî Ruhan Akyakaya 35 salî canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û termê her sê kesan birin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku Tahîr K. piştî bûyerê hatiye desteserkirin.