Îzmîr: Bi hinceta PKKyê 13 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Di operasyoneke ku navenda wê parêzgeha Îzmîrê bû de bi hinceta “endamtî û propagandaya PKK-YPGyê” 13 kes hatin desteserkirin.

Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de bi îdiaya ku li ser navê “rêxistina terorê” çalakî kirine û li ser medyaya civakî propagandaya heman rêxistinê kirine derbarê 13 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Di çarçoveya biryarê de tîmên Rêveberiya Şaxa Îstixbarat û Rûbirûbûna Terorê navend Îzmîr li parêzgehên Antalya, Kocaelî û Konyayê operasyonên hemwext kirin û di encamê de 13 kes desteser kirine.

Hat ragihandin ku karûbarên yasayî yên kesên desteserkirî berdewam e.