RAPIRSÎ - Ji sedî çendê xelkê naxwaze deng bide?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Yoneylemê meha Îlonê rêjeya dengdêrên “bêbiryar” derketiye ji sedî 12,2an û rêjeya dengdêrên ku dibêjin “ez deng nadim” jî bûye ji sedî 7,3.

Navenda Lêkolînên Civakî ya Yoneylemê encamên rapirsiya xwe ya bi navê “Lêkolîna Siyaseta Tirkiyeyê” ya di navbera 13-16ê Îlonê de eşkere kirin.

Navenda Lêkolînên Civakî ya Yoneylemê rapirsî bi 2 hezar û 100 kesî re kiriye.

Li gorî rapirsiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya dengdêrên “bêbiryar” zêde bûye û derketiye ji sedî 12,2an ku meha Hezîranê ev rêje ji sedî 10 bû.

Herwiha rêjeya dengdêrên ku dibêjin “ez deng nadim” jî li gorî meha Hezîranê zêde bûye û ji sedî 5,7an derketiye ji sedî 7,3yan.

Di rapirsiyê de pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin werin kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye kirin û bi rêjeya 27,9ê CHP bûye partiya yekemîn û rêjeya dengên AK Partiyê jî ji sedî 24,3 ye.

Rapirsiya Navenda Lêkolînên Civakî ya Yoneylemê:

Piştî ku dengên dengdêrên “bêbiryar û deng nadin” li ser partiyan hatine belavkirin:

CHP: Ji sedî 34,7

AK Partî: Ji sedî 30,2

DEM Partî: Ji sedî 9,6

MHP: Ji sedî: 9,4

ÎYÎ Partî: Ji sedî 4

Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 3,7