Îdia: Miftiyê nîvtazî bi jinekê re hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameger Îsmaîl Saymaz cih da îdiaya ku dibêje miftiyekî Cemaeta Îsmaîlaga di otomobîlê de bi jinekê re hatiye dîtin.

Li gorî îdiaya Saymaz, mirîdê Cemaeta Îsmaîlaga yê bi navê G.B. tîrmeha borî bûye miftiyê navçeya Beyşehîrê ya Konyayê.

Li gorî îdiayê, polîsan beriya niha bi du hefteyan dev devê êvarê di koltixê paş ê otomobîlekê de Miftî G.B. û jinek dîtiye ku miftî wê demê nîztazî bûye.

Miftî nasnameya xwe daye polîsan lê jina li cemê ya xwe nedaye.

Qaymeqam xeber daye Miftiyê Konyayê û wî jî xeber daye walî.

G.B. paşê hevjîna xwe ya biçarşef biriye Miftitiya Konyayê û wê gotiye “Ew jin ez bûm.”

Miridên Îsmaîlaga ketine navberê da ku li ser G.B. rêkarên yasayî neyên kirin û girtenameya polîsan neçûye ji dozgeriyê re.

Li gorî îdiaya ku Saymaz daye, rayedar ji G.B. aciz in û dibêjin “Ew rûreşê Diyanetê ye” û cemaetê jî rexne dikin ku li miftî xwedî derdikeve.