Tuncer Bakirhan: Em dê têkoşîna xwe bidomînin

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Mêrsînê peyama “Em dê têkoşîna xwe bidomînin” da.

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di çorçoveya “Hevdîtinên Ked û Dadê” de çû bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê.

Tuncer Bakirhan seriyek da esnafên Hala Tarsusê û guh da gilî û gazinên wan.

Bakirhan paşê li navçeya navendî ya Akdenîzê bi malnişînan re rûnişt û pirsên wan bersivandin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê piştî wê jî li Parka Aştiyê ya Akdenîzê bi karkeran û xelkê re rûnişt.

“Em dê têkoşîna xwe bidomînin”

Tuncer Bakirhan diyar ku ew dê wekî berê bi berdewamî bibin hêviya jin û ciwanan û got, “Em dê têkoşîna xwe ya ji bo welatekî demokratîk bidomînin.”