Malpera nêzîkî DAIŞê: DAIŞ û rayedarên Tirkiyeyê bi hev re rûniştin

Hewlêr (Rûdaw) – Malpera bi navê Takva ya nêzîkî DAIŞê ragihand, di berdana 49 dîlên Tirkiyeyê de, berpirsên DAIŞê bi rayedarên Tirkiyeyê re rûniştine.

Malpera bi navê Takvayê ku li Tirkiyeyê weşanê dike û nêzîkî DAIŞê ye, li ser berdana 49 karmendên Konsulxaneya Mûsilê ya Tirkiyeyê îdiayek balkêş belav kir.

Li gorî malperê, ew dîl di encama hevdîtinên navbera rayedarên Tirkiye û DAIŞê de hatine berdan û wiha hat gotin: “Bi vî awayî dewleta Tirkiyeyê hebûna Dewleta Îslamî (DAIŞ) qebûl kir.”

Di nûçeya malpera navbirî de hat diyarkirin ku li hember berdana wan dîlên tirk de tiştek ji Tirkiyeyê nehatiye standin û wiha hat gotin: “Ew dîl di çarçoveya hevdîtinên her du dewletan de hatine berdan.”

Li gorî DAIŞê, dîlên Tirkiyeyê li hember wê yekê hatine berdan ku Tirkiye tevlî “operasyona dagîrkirinê ya Amerîkayê” nabe.

Di nûçeya malpera Takvayê de hat ragihandin ku di heyama girtina wan dîlan de 8 caran cihên wan hatiye guhertin.

Serokomarê Tiriyeyê Recep Tayyip Erdogan jî ragihandibû, dîlên Tirkiyeyê ji aliyê MÎTê ve hatine rizgarkirin.