Serî li serokkomariyê da: 'Ez wekî biraziyê wî dixwazim herim serdana Ocalan'

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ku biraziyê Abdullah Ocalan e ji bo dîtîna apê xwe serî li Serokkomariya Tirkiyeyê da.

Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê ya li bajarê Bursayê girtî ye û derdora 41 meh in bi ti awayî hevdîtin pê re nehatine kirin û agahî jê nayên wergirtin.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ku die heman demê de biraziyê Abdullah Ocalan e îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wî ji bo hevdîtina bi apê xwe re serî li Serokkomariya Tirkiyeyê daye.

"Me serî li Serokkamriyê da"

Omer Ocalan hem bi rêya postê û hem jî bi rêya faksê ji bo hevîdtinê serî li Sekretetiya Giştî ya Serokkomariya Tirkiyeyê daye ûgot:

"Ji bo bidawîhatina ew tecrîda sîstematîk û rewşa nebûna pêwendiyê ya li hemberî birêz Ocalan tê meşandin têkoşîna me berdewam e.

Îro ji bo ku ev nehiqûqî bi dawî bê û malbat û parêzer bikarin hevdîtinan bikin me serî li Serokkomariyê da.”

Herwiha Omer Ocalan got, "Ez wekî biraziyê wî dixwazim herim serdana birêz Abdullah Ocalan.”

Pêvajoya aştiyê

Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan 1999an hat girtin û ji wê demê ve li girtîgeha Îmraliyê ya li navçeya Gemlîkê ya Bursayê tê ragirtin.

Di hevdîtinên Osloyê yên 2009an de, pêvajoya çareseriyê ya sala 2013ê û vekişîna gerilayên PKKyê ji Bakurê Kurdistanê ku Hikûmeta Tirkiyeyê dabû destpêkirin roleke sereke dîtibû.

Piştî têkçûna wê proseyê di 2014an de hevdîtinên wî yên ligel parêzer û malbatê hatine astengkirin.

Dadweriya Înfazê ya Bursayê 12ê Çiriya Pêşîna 2021ê, 6 meh qedexeya hevdîtinê dabû Ocalan.

Piştre ew qedexe bi dawî bû lê tevî serlêdana parêzeran a hevdîtinê ti bersivek ji bo parêzeran nehatiye dayîn.

Herî dawî bi birayê xwe re axivî

Ocalan herî dawî di 25ê Adara 2021ê de li ser belavbûna îdiayên derbarê mirina wî de li ser medyaya civakî, li gel birayê xwe Mehmet Ocalan bi rêya telefonê axivîbû lê ew pêwendiya telefonî jî bêyî ku bi dawî bibe qûtbûbû û ji wê demê ve agahî jê nayên wergirtin.