Ajeldar û bazariyên Kurd li Enqerê piştgiriyê didin referanduma Kurdistanê

Enqere (Rûdaw) – Bazarî, ajeldar û firoşkarên bazara Qurbanê ya Amedê û herwiha cotkarên Amedê, ji bo referanduma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê peyamên piştgiriyê didin.

 

Weke her sal îsal jî bazara ajelan li Enqerê beriya cejna Qurbanê geş û zindî ye. Piraniya cotkar û firoşkarên bazarê Kurd in. di nav bazarê de car car Kurd di navbera xwe de behsa giştpirsiya Başurê Kurdistanê jî dikin. hindek ji wan jî dema Rûdawê dibînin yekser bazar û karê xwe didin aliyekî û peyama piştgiriya giştpirsiyê didin.

 

Beriya cejna qurbanê bazarên qurbaniyan li enqere jî hêdî hêdî geş dibin. Huseyin xelkê navçeya Farqîna Bakurê Kurdistanê ye wî maweyê salekê ye ku hemû kar û xabata xwe ji bo van çend rojan kiriye, ku niha jÎ dixwaze merûmalên bifiroşe û pereyekî qazanc bike.

 

Cotkar, Huseyîn Axlar ji Rûdawê re behsa rewşa kar û debara xwe kir û got: “Zehmetiyên me pir in. Salek e em tenê li ser vî karî dixebitin. Em heft bira ne, em her heft bira jî girêdayî vî karî ne. Em salek e dixebetin heta ku em heywanên xwe bînin bazarê, em li benda qurbanê dibin , em ji dîyarbekir tên vir. Înşalah em dê berhemekê baş bi dest bixin.”

 

Di nav bazara Qurbanê de rêjya kurdan bi awayekê ber bi çav zêde ye. Axîn jî yek ji wan kurdan e û ew xelkê amadê ye, ku  ew demekê  mamoste demekê  jî siyasetmeder bûye. mamoste axîn dema mayka rûdawê dibine bazarê ji bîr dike û peyameke balkêş dide.

 

Axîn Başaran li ser referanduma Başûrê Kurdistanê peyama piştgiriyê dide û dibêje: “Hestên me, dilê me bi Başur re ye. Ez bawer dikim ku azadiya başur wê bi xwe re azadiya bakur, rojava û rojhilat jî bîne. Em hêvidar in. ez bixwe jî dixwazim roja 25ê mehê li Hewlêrê bim û wê atmosferê bibînim.”

 

Cibraîl jî firoşkarê herî temen biçûk ê bazarê ye. Ew û mamê xwe ji Erzeromê heta Enqerê ji bo debara jiyana xwe hatine.

 

Cibraîl Turna li ser rewşa jiyana xwe û malbata xwe axivî û got: “Em pez difiroşin , em bi qezenç diforişin. Karê me rind e , em pezan pir diforişin, pir difiroşin. Dibêjim heşsed, çarsed, sêsed, heftûpêncî, eger dîsa nekirin ez dibêjim herin, ma ez ê çi bêjim ez dibêjim tu dixwazî here.”

 

Sebehedîn Turna  jî yek ji weatiyên din e, ku bi cotkariyê ve mijûl dibe. Sebahedîn Turna jî dibêje: “Va malê xwe saleke ez xwedî dikim. Me ji Erzeromê aniye. Me lê mezê kir me xwedî kir niha jî me aniye bazara Enqerê ez dixwazim bifiroşim.”

 

Bazar hêdî hêdî gerim dibe, lê çotkar îsal jî weke her sal dibêjin “ezyeteke zor û li hember jî qazancekî kêm” heye.