Li dijî biryara Dadgeha Bilind a derbarê Peymana Stenbolê de nerazîbûn derket

Hewlêr (Rûdaw) - Biryara Dadgeha Bilind a Tirkiyê ya redkirina daxwaza betalkirina biryara Serokkomariyê ya di 20'ê Adara 2021'an de ya derbarê Peymana Stenbolê de rastî nerazîbûnê hat û opozisyon û rêxistinên jinan bertek nîşan dan.

Ji bo betalkirina biryara Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a derbarê Peymana Stenbolê li Dadgeha Bilind a Tirkiyê doz hatibû vekirin.

Lijneya 10emîn a Şûraya Dewletê daxwaza betalkirina biryara Serokomariyê ya di 20ê Adara 2021an da ya der barê betalkirina Peymana Stenbolê da red kir.

Daîreya 10mîn a Dadgeha Bilind a Tirkiyê roja 19ê Tîrmeha 2022 derbarê dozê de biryara xwe aşkere kir û daxwaza betalkirina biryara Serokkomarê Tirkiyê a li ser Peymana Stenbolê red kir û ragihand, biryara li gor hiqûqê ye.

Lê derbarê vê biryarê de nerazîbûn çêbûn û Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin li parêzgeha Stenbolê daxuyaniyek da.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin diyar kir “Dadgeha Bilind biryar da ku kesek dikare peymaneke navdewletî hilweşîne û ev jî hiqûqî ye. Em vê biryara nehiqûqî nas nakin û heta Peymana Stenbolê bê cîbicîkirin em dê li ser têkoşîna xwe berdewam bin.”

Serokwekîlê Grupa AKPê Yilmaz Tunç piştî biryarê bi daxuyaniyekê ragihand ku ev biryar biryareke di cih de ye û dawî li nîqaşên ji hiqûqê bêpar anîye. Lê partiyên opozîsyonê HDP û CHPê nerazîbûna xwe pêşandan.

Berdevke Grupa HDPê Ebru Gunay got “Darizandina bi aqilê mêran doh bi biryara xwe bo kuştina jinan ferman da. Vê biryarê pêşan da ku dadwerî di xizmeta desthilatê de ye. Peymana Stenbolê bi têkoşîna jinan hatiye bidestxistin. Di vê mijarê de tenê gotina dawî em jin dikarin bêjin.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje “Bo vî gelî soza min heye, dema em bibin desthilatdar bi îzna Xwedê û hêza gelê xwe emê bibin, di nav hefteyekê de yan jî 24 demjimêran em dê Peymana Stenbolê cîbicîh bikin.”

Peymana Stenbolê wek belgeya herî diyar a Komisyona Yekîtiya Ewropayê ya derbarê mafê jinan û naskirina nasnameya hevregeziya cinsî de ye, heta niha ji aliyê 46 welatan ve hatiye qebûlkirin. Lê tevî nerazîbûnan Tirkiye 1ê Temuza 2021ê ji Peymana Stenbolê vekişiya.