Muharrem Înce kî ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê serokomariyê Muharrem Înce roja 4ê Gulana 1964ê li bajarê Yalovayê ji dayîk bûye û navê dayîka wî Zekiye û navê bavê wî Şerîf e. Muharrem Înce  bi Ulkû Înce re zewicî ye û kurekî wan ê bi navê Arda heye.

 

Înce xwendina seretayî û lîse li Yalovayê temam kiriye. Beşa fîzîk-kîmya li zanîngeha Balikesîrê xwendiye. Ji bo demekê mamosteyê fîzîkê kiriye. Heya niha 4 pirtûkên wî hatine çapkirin

 

Sala 2002an ji Yalovayê bû parlementerê CHPê. Sala 2007an dîsa bû berbijêr û hat hilbijartin. Sala 2015an ji bo cara sêyem bû parlementerê CHPê.

 

Sala 2009an, li parlemena Tirkiyê gotarekî 11 deqîqeyê di derbarê AK Partiyê de pêşkêş kir û di nava 24 demjimêran de milyonek û 500 hezar kesan li wê dîmenê temaşe kir.

 

Cîgirê serokê fraksiyona CHPê ye li parlemena Tirkiyê. Di kongreyên CHPê de çend caran hewldaye ku cîhê bibe serokê partiyê, lê nekarî ye dengên pêwîst bidest bixe.

 

Berbijêrê li rêza 1ê ya Serokomariya Tirkiyê ye û di propagandaya xwe de zêdetir rikeberiya namzedê AK Partiyê yê bo serokomariyê Recep Tayyip Erdogan. Înce û Erdogan gelek caran gotinan davêjin hevdu.

 

Beriya propagandaya hilbijartinan serdana her pênc berbijêrên din kiriye. Li zindana Edirneyê serdana berbijerê HDPê yê serokomariyê Selahattin Demîrtaş kir.