Parlamenterê HDPê: Bijî Kurdistan!

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu piştî pesendkirina rakirina parêzbendiya parlamenteran di peyamekê de nivîsand; “Bijî Kurdistan.”

 

Parlamentoya Tirkiyê îro di civîna xwe de projeya rakirina parêzbendiya parlamenteran pesend kir.

 

Di gera sêyem a dengdanê de ku îro Înê 20ê Gulanê pêk hat, projeya rakirina parêzbendiya parlamenteran bi 374 dengên Erê hat pesendkirin.

 

Bi pesendkirina vê projeyê, parlamenterên ku dosya li ser wan hatine amadekirin, dê parêzbendiya wan were rakirin û di dagehên Tirkiyê de bên darizandin.

 

Hikûmeta partiya desthilatdar a AK Partiyê ew proje xistibû rojeva Tirkiyê. Hikûmeta Tirkiyê ragihandiye, li ser 59 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dosya hene û bi pesendkirina rakirina parêzbendiyan, dibe ku ew parlamneter werin dadgahîkirin.

 

Piştî pesendkirina rakirina parêzbendiya parlamanteran, Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu li ser hesaba xwe ya Twitterê twittek weşand û ragihand, ku bi b376 dengan parêzbendî hatin rakirin.

 

Ferhat Encu herwiha piştre wek bertek twittek weşandiye û têde nivîdandiye: “Bijî Kurdistan.”

 

Li gorî yasayên Tirkiyê hêj navê Kurdistanê li wî welatî qedexe ye. Herwiha Tirkiyê qedexe kiriye, ku berpirsên hikûmeta û parlamanter peyva Kurdistanê bi kar bînin.

 

Li Tirkiyê ji bo Bakurê Kurdistanê û deverên kurdî, peyvên rojhilat û başûr-rojhilat tê bikarbirin.