Gotinên Mansur Yavaş ên li ser HUDAPAR û PKKê bûn sedema karvedanan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqerê Mensûr Yavaş jî tevlî aloziya di derbarê HUDAPAR û PKKê de bû. Yavaş dibêje, “ti cudahiyek di navbera HUDAPAR û PKKê de nîne û terorîst e.” Cîgirê Serokê HUDAPARê Mahmut Şahin bersiva Yavaş da û got: “Divê Mansur Yavaş hedê xwe bizane û bi edeb be.”

Ji hilbijartinên parlamenterî û serokkomariya Tirkiyê re tenê 25 roj mane.

Her ku hilbijartin nêzîk dibe gotinên siyasetmedaran jî tundtir dibin û bi tohmetan giran hevûdu tawanbar dikin.

Şaredarê Enqerê Mansur Yavaş, roja Çarşemê 19ê Nîsanê di mîtînga Hevpeymaniya Millet de li bajarê Sînopê HUDA-PAR a ku di nav Hevpeymaniya Cumhur de beşdarî hilbijartinan dibe weke rêxistineke terorîstî bi nav kir.

Şaredarê Enqerê Mansur Yavaş got: “Em ji hemû kesên ku pêwendiya wan bi terorê re heye, dibêjin terorîst. Ji kesên zilaman dikujîn re dibêjin kujer. Em gotina xwe dibêjin. Terorîst terorîst e. Di navbera PKK û HUDAiPARê de cudahî nayê kirin. Kuştina mirovan hovitî ye û em hemûyan şermezar dikin.”

Cîgirê Serokê HUDA-PARê Mahmut Şahin, bi tundî bersiva Yavaş da û got: “Min dizanibû hûn kesekî tund in. Lê min nizanibû hûn dê ewqas biçûk bikevin. Yek dîtina PKK û HUDA-PARê. Doh Ozgur û Faîk û îro Mansur. Ev çi bêhedî ye, ev çi nenaskirina maf û hiqûqê ye. Hedê xwe bizanin û bi edeb bin.”

Hilbijartinên parlamenterî û serokkomariya Tirkiyê 14ê Gulana 2023ê têne kirin. Eger ji 4 berbijêrên serokkomariyê ti kesek %50yê dengan wernegire, dê 28ê Gulanê hilbijartina serokkomariyê di navbera du berbijêrên ku dengê herî zêde wergirtine dubare bibe.