Li Stenbolê du belem şewitîn

Navenda Nûçeyan - Li peravên Alibeykoy a Stenbolê di demjimêrên serê sibehê de agir bi du beleman ket ku wek kafe dihatin bikaranîn.

 

Agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat temirandin, lê herdu belem bi tevahî şewitîn.

 

Agir, vê sibê di demjimêrên 05.00ê de li peravên Alibeykoy a Haliçê derket û heta niha nayê zanîn ka ji ber çi derketiye. Herdu belemên ku agir bi wan ket wek kafe dihatin bikaranîn.

 

Piştî agahdarkirina aliyê peywendîdar, tîmên agirvemirandinê gehiştin cihê bûyerê û agir vemirandin.

 

Di bûyerê de ti zerarên canî çênebûn lê herdu belem bi tevahî şewitîn.

 

Derbarê bûyerê de polîsan lêpirsîn dan destpêkirin û tîmên agirvemirandinê jî lêkolînên xwe dikin daku bizanin ka agir ji ber çi derketiye.