‘Me texmîn dikir di pêvajoya aştiyê de teqîn çêbibin’

Enqere (Rûdaw) – Piştî herdu teqînên duh ên li pêşiya navenda giştî ya AKP û wezareta dadê ya Tirkiyê, wezîrê navxwe yê Tirkiyê Mûammer Guler û berdevkê AKP’ê Hûseyîn Çelîk daxuyaniyek hevpar dan. Wezîrê dadê jî diyar kir ku texmîn dikirin di dema pêvajoyê de bûyerên bi vî awayî çêbibin.

Wezîrê navxwe Mûammer Guler diyar kir ku dizanin kê ev bûyera terorî encam daye, lêkolînên wan didomin û wiha got: “Niha tezpîtên me hene, lê ti kes nehatine girtin.”

Guler got: “Lêkolînên me yên li ser teqînê didomin. Çeka 200 metre ji nava parkê hatî avêtin, di nava çente de hatine dîtin. Wekî bûyerekî terorî, operasyonên hêzên ewlekariyê wê bidomin.”

Berdevkê AKP’ê Hûseyîn Çelîk jî wiha got: “Di rastiya xwe de ev êriş, li dijî demokrasî û îradeya siyasî hatiye kirin. Kengê Tirkiyê gavek avêtiye, tiştên bi vî awayî çêdibin. Berî niha tiştên Ergenekonciyan dikir, niha hinek rêxistinên din dikin. Îro serokwezîrê me jî diyar kir. Tirkiye ber bi Newrozê ve diçe. Em dibînin ev îrade li xweşa hinekan nayê.”

Wezîrê dadê yê Tirkiyê Sadulah Ergîn jî got: “Me texmîn dikir ku em ê di pêvajoya aştiyê de rastî êrişên bi vî awayî bên.”

Li gor çapemeniya Tirkiyê, kesê êriş pêk aniyî temenê wê derdora 35 saliyê ye, bejna wî 1.75 û kesekî lewaz e.

Hê ti aliyekê berpirsyartiya herdu teqînan negirtiye stûyê xwe, lê tê texmîn kirin ku êriş ji aliyê rêxistina DHKP-C ve hatibe encamdayîn.

Duh saet 21.50’an navenda AKP’ê ya li Enqereyê rastî êrişa bi roketan hat. Herwiha li pêşiya wezareta dadê jî teqînek çêbû. Di encama herdu teqînan de 2 kes birîndar bûn.