Faruk Dînç: Kemalîzm jehr e, çareserî Îslam e

Faruk Dînç / Wêne: Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HUDA PARê yê Mêrsînê Faruk Dinç got, “Sedema pirsgirêka Kurdan Kemalîzm e û çareserî jî Îslam e. Kemalîzm jehr e û hûn nikarin vê jehrê bi me bidin vexwarin.”

Komeleya Înîsiyatîfa Mafan û Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li Amedê li ser Pirsgirêka Kurdan konferansek li dar xistibû.

HUDA PAR di vê konferansê de daxwaza “fermîbûna zimanê Kurdî, perwerdeya bi zimanê dayîkê û welatîbûna wekhev” kiribû.

“HUDA PAR li dijî dewletê û Ataturk e”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ev mijar anî rojeva xwe, rexneyên tund li HUDA PARê girtin û got, “HUDA PAR li dijî alayê ye, li dijî dewletê û Ataturk e.”

“Kemalîzm jehr e û em vê jehrê venaxwin”

Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç doh li Parlamentoya Tirkiyeyê bersiv da rexneyên li ser partiya xwe û got:

“Em dizanin dijminatiya we bi Îslamê re ye, derdê we Îslam e. Sedema pirsgirêka Kurdan Kemalîzm e û çareserî jî di Îslamê de ye.

Hûn Kemalîzmê pêşniyar dikin ku jehra çareseriyê ye û hûn dixwazin vê jehrê bi me bidin vexwarin.

Kemalîzm jehr e û em vê jehrê venaxwin. Em dê bi biratiya Îslamê bigihin çareseriyê. Em dê Tirk, Kurd, Ereb, Zaza bi giştî bi hevre li Tirkiyeyê wekî bira bijîn.”