Çîrokên bi êş ên erdhejê; “Piştî ku hevjîn û kurê min mirin, bedena wan werimî û her ku diçû cihê min teng dibû”

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek qurbaniyên erdhejê yên parêzgehên cuda li nexweşxaneyên Stenbolê tên dermankirin. Hevbeşiya wan çîroka wan a bi êş e. Kesên ku ji erdhejê bi birîndarî rizgar bûne, çîrokên bi êş û sosret vedigêrin, jinek bi navê Çîgdem behsa wê demê dike ku bi hevjîn û kurê xwe re di bin kavilan de mabûn û dibêje, “Piştî ku hevjîn û kurê min mir in, bedena wan werimî û her çû cihê min teng dibû.”

Çigdem yek ji qurbaniyên erdheja 6ê Sibatê ya li parêzgeha Hatayê li başûrê Tirkiyê ye.

Hevjîn û du kurên wê di erdhejê de canên xwe ji dest dane, keça wê jî wenda ye. Dema behsa wê demê dike dilê wê teng dibe wek ku hê jî di bin kavilan de be.

Çigdem Guler dibêje: “Destpêkê bi hevjînê xwe re ez diaxivîm lê dengê zarokan nedihat min. Hevjînê min roja duyemîn mir. Serê min li ser wî bû. Destê min jî li ser kurê min. Piştî ku mir in, bedena wan werimî û her çû cihê min teng bû. Êdî min nikarîbû nefesê bistînim.”

Dayê Emîne ya 84 salî li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê hatiye rizgarkirin, lê hê jî beşek ji çîroka wê nayê bîra wî.

Emîne Kadioglu dibêje: “Dengek hat digot; kes li wê derê heye?- min jî bersiv da û got ez li vê derê me, tu kî yî. Wî jî bersiva min da û got dayê were vê derê. Min jî got ez nikarim lingê min şikestiye. Yek hat û ez derxistim piştre êdî çi bû nayê bîra min.”

Serpizîşkê Nexweşxaneya Çam û Sakura li parêzgeha Stenbolê amaje bi wê yekê dide ku ji roja yekemîn a erdhejê ve û heta niha hatina birîndarên erdhejê bo nexweşxaneya wan berdewam e.

Dr. Nurettin Yigit, Pizîşkê Nexweşxaneya Çam û Sakura li Stenbolê ragihand: “Nexweşên ji herêma erdhejê hatine piraniya wan travmayê dijîn. Ji ber demeke dirêj di bin kavilan de dimînin girêdayî wê sendrom berdewam e. Ji bo wê em nexweşiyên girêdayî gurçikan û wekî din dişopînin. Herwiha ji ber di bin kavilên giran de dimînin beşên bedena wan dipelçiqin û birîndarî jî çêdibe. Ji bo dermankirina wan piraniya nexweşên me rojane neştergerî bo wan tê kirin.”

Piştî erdheja 6ê Sibatê ku navenda wê parêzgeha Mereşê bû û bandor li 11 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kir, 1230 nexweş bo wê nexweşxaneya Stenbolê hatine veguhestin û 970 ji wan hatine dermankirin. Niha 196 nexweş mane ku 60 ji wan di beşa çavdêriya hûr de ne.