Zilamê MÎTê: Bi teqîna Enqereyê dixwazin berê Tirkiyê bidin Sûriyê

Enqere (Rûdaw) -  Li Enqerê êrişeke xwekujiyê pêk hatibû û tê de 28 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Herwiha niha jî kiryar û armanca kiryar tê niqaşkirin. Di vê derbarê de cîgirê rawêjkarê berê yê Teşkîlata îstixbaratê MÎTê Cewat Oneş ji rûdawê re axivî û got dibe ku ev êrîş ji aliyê YPGê ve hatibe kirin. Lê belê ev êrîş ne li berjewendiya YPGê ye. Li gorî Oneş hêzên ku dixwazin ji nû ve nexşeya rojhilata navîn çêkin dixwazin piştî vê êrîşê Tirkiye operasyoneke bejahî li nav sûriyê pêk bîne. Oneş dibêje midaxeleyeke leşkeri ya Tirkiyê wê bibe sedema şerekî û herwiha li gorî wî Tirkiye jî ji vê yekê hayedar e.

Nîqaşên derbarê teqîna enqerê de hîn jî berdewam in. Hinek alî YPGê, hinek alî DAIŞê û hinek alî jî îstixbaratên biyanî weke kiryar nişan didin.

Lê belê hikûmet di kiryarbûna YPGê de bi israr e. Cîgirê rawêjkarê berê yê Teşkîlata îstixbaratê, MÎTê Cewat Oneş amaje pê dike ku êrîşeke wiha ya YPGê ne li berjewendiya dahatûya wê ye û tiştekî wiha wê zirarê bide YPGê.

Cîgirê Rawêjkarê Berê yê MÎTê  Cevat Oneş ji Rûdawê re derbarê vê yekê de wiha got:

“Eger ku YPGê bi rastî jî tiştekî wisa kiribe; ev şêtî ye. Dê YPG çima tiştekî wisa bike? Da ku kantonên YPGê bigihin armanca xwe ango da ku ew kanton bikaribin li ser piyan bisekinin divê îradeya Tirkiyê hebe. Gava ku em li dahatûya YPGê dinêrîn pêkanîna teqîneke wisa ya ji aliyê YPGê ve tiştekî li dijî mantiqê ye. Ti eleqeya êrîşeke wisa bi sîyaseta rasteqîn re nîn e.”

Oneş dibêje da ku Tirkiye bi hêzên leşkeri ve têkeve Suriyê hinek hêz li tirkiyê zorê dikin. Li gorî Oneş eger ku tirkiye midaxeleyeke leşkeri li dijî sûriyê pêk bîne ev yeka wê bibe sedema şerekî nû li rojhilata navîn.

Berdewamiya axaftina xwe de Oneş wiha got: “Hinek îdayên cidî hene ku tê gotin hinek alî dixwazin bi teqîna enqerê tirkiye têkeve sûriyê. Divê tirkiye nekve nava kaosa rojhilata navîn. Helbet mafê tirkiyê ye ku xwe li dijî êrîşên terorî biparêze. Lê mijara operasyoneke leşkerî tiştekî hesas e. Divê Tirkiye li gorî pîvanên navnetewî û digel hêzên hevpeymaniyê operasyonê bike. Herwiha ez dibinim ku dê rayedarên dewletê di avanekirina bingeheke pevçûnî de hesas bin.

Parêzgeriya Enqerê daxûyand ku ji ber teqînê heta niha 17 kes hatine binçavkirin û dê di demeke kurt de jî lêpirsîn bê bidawîkirin.

Çi bibû?

Şeva çarşemî 17ê Sibatê teqînek bihêz bi rêya otomobîleke bombekirî li Enqere ya paytextê Tirkiyê qewimî û di encamê de 28 kes hatin kuştin û 61 kes birîndar bûn.

Rojek piştî teqînê, pênşemî 18ê Sibatê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, kesê ku teqîn pêkaniye, navê wî Salih Necar e û li bajarê Amudê li bakurê Sûriyê ji dayik bûye. Davutoglu her di heman konfransa rojnamevanî de bi fermî berpirsatiya teqînê xiste stuyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û ew hêz tohmetbar kir.

Lê belê him YPGê û him jî Hevseorkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ew tohmeta Davutoglu red kirin û ragihandin, ku Tirkiye li hincetan digere daku êrişî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bike.

Herwiha Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Telal Silo jî di daxuyaniyekê de ragihandibû, ewa ku Tirkiye behsê lê dike tenê tohmet e û ti têkiliya teqînê bi YPGê û HSDê ve nîne.

TAKê teqîn girte ser xwe

Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) bi awayeke fermî berpirsatiya teqîna Enqerê girte ser xwe.

AKê di daxuyaniya xwe de ragihandibû: 17ê Sibat a 2016ê şev saet 18:30an li Cadeya Merasim a Enqerê di êrişeke ku li hember konvoyeke Artêşa Faşîst a Tirkiyê de me wek TAKê çalakiya tolhidanê pêk anî, bi sedan leşkerên faşîst ên Tirkiyê hatin kuştin.

Di daxuyaniya TAKê de hatibû gotin, ku çalakî ji aliyê kesê bi navê Abdulbakî Sonmez, kod Zinar Raperîn û bi teqîna otomobîlekê pêkhatiye.

TAKê herwiha ragihandibû, ku ew çalakiya wan wek bersivek jib o siyasetên Hikûmeta Tirkiyê, Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û Serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan û herwiha di tolhildana kuştiyên di şerê li Bakurê Kurdistanê û jêrzemîna li navçeya Cizîrê de hatiye pêkanîn.