DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder serlêdan kiriye û heke qebûl bibe dê 2 kes herin Îmraliyê.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an ji bo Abdullah Ocalan banga hevdîtinan kir.

Pişt re şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir û nîqaşên li ser “pêvajoya nû” gur bûn.

Şandeya DEM Partiyê gotibû ku ew dê pîştî hevdîtina bi partiyên siyasî re ji bo bo hevdîtina duyem a bi Ocalan re serlêdanê bikin.

Şandeya ku ya ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pê dihat 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re civiyabû.

Şandeya DEM Partiyê ya ji ku Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk dihat piştî hevdîtina li Îmraliyê bi gelek partiyên siyasî re jî civiyabû.

Şande di çarçoveya bernameya xwe de çûbû cem hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê jî ku niha girtî ne.