Ji bilî HDPê ti partiyên Kurdan nikarin beşdarî hilbijartinan bibin

Navenad Nûçeyan - Lijneya Hilbijartinê ya Bilinda Tirkiyê partiyên siyasî yên ku niha dikarin beşdarî hilbijartinên giştî û şaredarî yên wî welatî bibin eşkere gir. Partiyên Kurdan ên weke HAK-PAR, PAK, PSK, OSP, DBP, PAKURD, PDK-T û PDK-Bakur mercên beşdarkirina hilbijartinên Tirkiyê bicî nekirine.

 

Li gor biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilinda Tirkiyê ya di Rojnameya Fermî da hate weşandin, 9 partî niha dikarin beşdarî hilbijartinên giştî û şaredarî, meclisa şaredariyê û endamtiya meclisa bajêr bibin.


Lijneya Hilbijartinê ya Bilinda diyar kir ku heta niha tenê 9 partiyan kongreya xwe di dema wê de kirine, herî kêm 6 meh beriya 1ê Çileyê şaxên xwe yên ji nivê bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêdetir ava kirine dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.


Li gor biryarê navê wan partiyan wiha ye; Partiya Edalet û Pêşketinê, Partiya Tirkiyeya Serbixwe, Partiya Yekîtiya Mezin, Partiya Gel a Komarê, Partiya Demokrat, Partiya Demokratîk a Gelan, Partiya Tevgera Neteweper, Partiya Seadetê, Partiya Wetanê.


Hat gotin ku partiyên din kongreyên xwe di demê de nekirine, şaxên xwe yên li welêt tam ava nekirine, ji ber vê jî nikarin beşdarî hilbijartinan bibin.


Di vê rewşê de ji bilî HDPê ti partiyên Kurdan nikarin beşdarî hilbijartinên Tirkiyê bibin.


Biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hate weşandin.