6 DAIŞî hatin berdan, ji ber kuştina 45 kesan hatibûn girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê Murat Emîr berdana 6 çekdarên DAIŞê yên ku tê gotin destê wan di plandanîna êrişa Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê de heye xist rojeva parlamentoyê.
Sê çekdarên DAIŞê 28ê Hezîrana 2016an êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Ataturkê ya Stenbolê kir.
Çekdaran ewil bi çekên lûledirêj gule li xelkê li balafirgehê reşandin û pişt re bombeyên li ser xwe teqandin.
Di êrişê de 45 kes hatin kuştin û herî kêm 163 kes jî birîndar bûn.
Dadgeha 13emîn a Cezayên Giran a Stenbolê sala 2018an debarê êrişê, 46 caran cezayê heta hetayê da 7 kesan.
Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr li parlamentoya Tirkiyeyê ragihand ku li gorî agahiyên li ber destê wî, şeş çekdarên DAIŞê yên ku destê wan di kuştina 45 kesan de heye hatine berdan.
Murat Emîr got, ji aliyê Daîreya 3yemîn a Cezayan a Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê ve hatine berdan.
“Ji bo El Nusra û DAIŞê tolerans e”
Emîr got jî eger ew li ser bingeha danûstandinên Tirkiye û Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) hatibin berdan, ev yek tê wateya ku ew ji bo El Nusra, El Qaîde û DAIŞê tolerans e.
Serokwekîlê Koma CHPyê wiha got:
“Bi nûçeyeke di asta teqînê de, em hejiyan.
Me zanî ku terorîstên DAIŞî yên di komkujiya 28ê Hezîrana 2016an de li Balafirgeha Ataturkê 45 welatiyên me bi awayekî hovane kuştin, ji aliyê Daîreya 3yemîn a Cezayan a Dadgeha Bilind ve hatine berdan.
Ev bûyer rast e? Eger ev bûyer rast be skandaleke yasayî ye. Dema mijar dibe Daîreya 3yemîn a Cezayan a Dadgeha Bilind gelek pirs tên hişê me.
Eger rast be, gelo ev pêvajo bi taybetî bi danûstandinên bi HTŞyê re têkildar in an na?
Fermana Daîreya 3yemîn a Cezayan a Dadgeha Bilind ji kû derê hatiye?
Ji ber ku 45 welatiyên me li ber çavê kamerayan ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatin qetilkirin.
Berdana wan nayê qebûlkirin. Ev ji bo El Nusra, El Qaîde û DAIŞê tolerans e.
Em li bendê ne ev yek bilez were eşkerekirin.”
Navenda Rûbirûbûna Agahiyên Şaş daxuyanî da
Li aliyê din, Navenda Rûbirûbûna Agahiyên Şaş a Serokatiya Ragihandinê derbarê wê nûçeyê daxuyaniyek belav kir û got:
“Ew 6 tohmetbarên ku hatine berdan 8 sal in girtî bûn û ne faîlên êrişê ne.
Ew kes ji ber endamtiya rêxistinê û dabînkirina derfetên darayî yên ji bo rêxistinê dihatin darizandin.
Eger heye tohmetên ku ew 6 kes pê têne tometbarkirin, bi qasî cezayê wan bin û ji ber vê yekê biryara berdana wan hatibe dayîn.”