7 civîn, 7 pêşniyar: CHP ji bo Sûriyeyê çi dixwaze?

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Gel a Komarî (CHP) li ser Sûriyeyê 7 civîn kirin û 7 pêşniyar destnîşan kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê yê Berpirsê Wezareta Parastina Neteweyî Yanki Bagcioglu li ser rewşa Sûriyeyê nirxandin kirin.

Yanki Bagcioglu ji gazeteduvaRê re eşkere kir ku wan meha borî di heqê Sûriyeyê de 7 civîn kirine û 7 pêşniyar diyar kirine.

Li gorî agahiyên ku Bagcioglu dane, 7 pêşniyarên CHPyê ev in:

1- Divê yekparçeyiya axa Sûriyeyê, yekîtiya siyasî û serweriya dewletê serdest be.

2- Divê hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê piştî 1ê Adara 2025an beşdarî birêveberiya navendî bibin.

3- Divê hemû Sûriyeyiyî ji çavkaniyên xwezayî sûdê bibînin.

4- Divê sînor ji aliyê hêzên çekdar ên di bin fermana birêvebiriya navendî de bên parastin.

5- Divê rê bi ti gefên li hemberî Tirkiyeyê neyê dayîn ku çavkaniya wan Sûriye be.

6- Divê ewlehî û mayîna yekîneyên me yên leşkerî yên li Sûriyeyê were temînkirin.

7- Divê pêlên nû yên koçberiya neyasayî ya ber bi Tirkiyeyê ve were astengkirin, divê koçberên neyasayî yên li Tirkiyeyê li gorî bernameyekê bên teşwîqkirin û vegerin Sûriyeyê.