Li Parlamentoya Tirkiyeyê vê carê armanca êrişan zimanê Siryanî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyeyê piştî Kurdî zimanê Siryanî jî bû armanca parlamenterên nijadperest.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Siryanî George Aslan li Parlamentoya Tirkiyeyê xwest bi zimanê dayika xwe biaxive lê Aliyên nijadperst ên di nav parlamentoyê de heman helwesta li hemberî Kurdî ji bo zimanê Siryanî jî nîşan dan.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Siryanî George Aslan anî ziman:

“Ji ber ku axaftina min a dawî ya 2023yan e ez ji niha ve Cejna Noelê di serî de li welatiyên Rûm, Ermenî, Asûrî û Siryanî yên li Tirkiyeyê dijîn û hemû Xirîstiyanan pîroz dikim.

Hêvîdar im sala nû ji bo welatê me û hemû cîhanê aştî û hezkirinê bîne. Bi vê armancê sersala hemû parlamenteran pîroz dikim.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Siryanî George Aslan xwest heman gotinan bi zimanê dayika xwe jî bibêje.

Aliyên nijadperst ên di nav parlamentoyê de heman helwêsta li hemberî Kurdî ji bo zimanê Siryanî jî nîşan dan.

Nehîştin take Parlamenterê Siryan ê parlamentoyê gotinên xwe bi zimanê xwe temam bike.

Ji Wekîlê Serokê Parlamentoyê Sirri Sureyya Onder xwest ku axaftina wî qut bike.

“Axaftina bi zimanekî din li dijî destûrê ye”

Serokwekîlê Grûba ÎYÎ Partiyê Erhan Usta li ser axaftina bi Siryanî Aslan got:

“Zimanê fermî yê welêt Tirkî ye. Zimanê fermî yê Parlamentoya Tirkiyeyê jî Tirkî ye. Ji ber wê jî axaftina bi zimanekî din li dijî destûrê ye.

Dema desthilat karekî derveyî destûrê dike em qebûl nakin û rexne dikin ji ber wê li vê derê jî em axaftineke derveyî destûrê bi ti awayî qebûl nakin. ”

Wekîlê Serokê Parlamentoyê guh neda aliyên nijadperst û axaftina Siryanî qût nekir.

Serokwekîlê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder bersiv da û anî ziman:

“Hûn serê min lê bidin ez midaxaleyê di zimanê dayikê yê kesekî de nakim ku zimanê xewnên wî ye û bi wî zimanî guh dide lorikan. Ez ji vê şerm dikim. Dema diaxivî we digot çi dibêje gelo dijûnan dide?

Belê zarokên Kurdan dema dest bi pola yekem dikin we çiqas ji birêz George Aslan fem kiribe, we çiqas ji parlamenterên ku bi Kurdî diaxivin fam kiribe ew zarok jî bi qasî we ji mamostayên xwe fem dikin.”

Serokwekîlê Grûpa AK Partiyê jî li ser mijarê axivî û wî jî wek aliyên nijadperest daxwaz kir ku parlamenter ji bilî zimanê Tirkî li parlamentoyê bi ti zimanekî din neaxivin.

Serokwekîlê Grûpa AK Partiyê Mehmet Emîn Akbaşoglu jî got:

“Di vê mijarê de ji axaftina bi zimanê dayikê, heta propagandaya bi zimanê dayikê û di warê perwerdeyê de hemû reformên bêdeng me bi saya serokê wêrek û şoreşger birêz Recep Tayyîp Erdogan bi hev re pêk anîne.

Ligel vê yekê zimanê me yê fermî li gorî destûrê Tirkî ye û em hemû neçar in li vê derê bi Tirkî biaxivin.”

Ev demek e beşek ji parlamenterên DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê bi zimanê Kurdî dest bi gotarên xwe dikin û her dema diaxivin aliyên nijadperest ên nav parlamentoyê midaxeleyî axaftinên wan dikin.

Bêtehemûliya wan a vê carê li hemberî zimanê gelê Siryanî bû ku bi hezaran salan ew û Kurdan bi hev re dijîn.