Soylu: Eger Dadgeha Bilind cezayê wî pesend bike ez dê Îmamoglu ji kar dûr bixim

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku eger Dadgeha Îstinafê û Dadgeha Bilind cezayê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu pesend bikin, ew dê Îmamoglu ji kar dûr bixe.

Rûniştina doza Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku bi hinceta “Bêrêzîkirina bi endamên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê” dihat tohmetbarkirin, roja Çarşemê 14ê Kanûna 2022an li 7emîn Dadgeha Cezayan a Anadoluyê ya Stenbolê birêve çû. Dadgehê biryara 2 sal û 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê û qedexeya siyasetê da Îmamoglu.

Biryara dadgehê li nav Tirkiyê û li ser asta navdewletî rastî gelek nerazîbûnan hat.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê biryara dadgehê de ji medyaya Tirkiyê re axivî û got: “Ekrem Îmamoglu peyva `ehmeq` ne ji bo min, bo endamên Desteya Bilind a Hilbijartinan bikar anî. Dikare rexne bike, lê nikare heqaretê bike. Ev li gor hiqûqa pozîtîf biryareke rast e.”

Soylu dibêje, li gor destûra Tirkiyê eger kesek ji ber tawanekê bê darizandin mafê Wezîrê Navxwe heye, ku wî ji kar dûr bixe.

Soylu got: “Yasayê mijara ji kar wergirtinê kiriye du beş; yek teror e, duyem jî sedema ku ji ber kar (erk) qewimiye. Di vê mijarê de ji ber, ne tawanê terorê ye qeyûm nayê danîn. Lê, eger Îstinaf û Dadgeha Bilind ceza pesend bikin, desthilata min a ji kar wergirtinê heye.”