Tulay Hatîmogullariyê bersiv da Bahçelî: Ew herî…
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê bersiv da Bahçelî û got, “Ew herî dê bizivîre û xwe li we jî bigire.”
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li ser DEM Partiyê gotibû, “Bûne xulamên Amerikayê.”
“Ew herî dê bizivîre û xwe li we jî bigire”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê îro di civîna koma DEM Partiyê de bersiv da gotinên Bahçelî û got:
“Li gorî me, çareserî jiyana hevpar a di atmosfereke demokratîk de ye.
Cihê gutfûgoyan meclis e. Bila kes hewl nede ku heriyê biavêje têkoşîna me ya bi rûmet.
Ew herî dê bizivîre û xwe li we jî bigire.”
“Divê tecrîd yekser rabe”
Tulayê bi bîr anî ku tecrîda li ser Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan berdewam dike û li pey çû:
“Em DEM Partî hevalên aştiyê ne. Ji ver vê jî divê tecrîd yekser rabe û Birêz Ocalan bigihe azadiya xwe.”
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê kiribû ku di destê DEM Partiyê de bûn.
“Qeyûm dijminê Kurdan e”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û anî zimên:
“Derbeyek e ku bi destê daraz û polîsan hatiye kirin.
Qeyûm dijminê Kurdan e, dijminê jinan e, dijminên hemû mixalifan e.”