Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 10 mehan de nêzîkî 18 hezar kompanya hatine girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyê (TOBB), ji meha Çile heta Cotmeha îsal 17 hezar û 663 kompanya li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine girtin. Ev di wê serdemê de amara herî zêde ya 12 salên dawî ye. Herwiha Îsal li gor sala borî rêjeya kompanyayên ku hatine girtin jî %55.9 zêde bûye.
Krîza aborî ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di her warî de bandoreke xirab li welatiyan dike, bi taybetî jî karê kompanyayan zehmet kiriye. Ji ber bilindbûna rêjeya enfilasyonê û daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî niha beşeke zêde ya kompanyayan neçar dimînin ku êdî dawî li karê xwe bînin û kompanyayên xwe bigirin.
Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyê (TOBB) amarên kompanyayên ku di meha Cotmehê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine damezrandin û girtin belav kirin.
Li gor amarên TOBBê di Cotmeha îsal de hezar û 799 kompanyayên din hatine girtin û ji meha Çile heta Cotmeha îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistan hejmara kompanyayên hatine girtin gehiştiye 17 hezar û 663 kompanya. Ji sala 2010ê ve ev amara herî zêde ya kompanyayan e ku di serdema Çile û Cotmehê de hatine girtin.
Herwiha di Cotmehê de hejmara kompanyayên hatine damezrandin li gor meha borî %4.5 û hejmara kompanyayên bazirganî yên şexsî jî bi rêjeya %14.5 kêm bûye. Hejmara komapanyayên ku di 10 mehên îsal de hatine damezrandin li gor heman dema sala borî bi rêjeya %24.9 zêde bûye.
Li gor amaran ji kompanyayên di Cotmehê de hatine girtin 579ê wan ên sektora bazirganî, 263 sektora berhemanînê û 252 jî yên sektora avahîsaziyê ne.