Enqere: 3 bira ji bo ku hênik bibin ketin çem lê termên wan derketin

Hewlêr (Rûdaw) - 3 birayên ji Sûriyeyê li navçeya Kizilcahamamê ya Enqereyê xeniqîn.

Bûyerê li Taxa Pazarê ya navçeya Kizilcahamamê rû da.

Li gorî agahiyan, 3 birayên ji Sûriyeyê yên bi navên Mihemed, Elî û Ehmed Erzînga ji bo ku xwe hênik bikin ketine Çemê Pazarê ya Bendava Kurtbogazê.

Lê piştî demekê di nav avê de wenda bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê çûne cihê bûyerê û termên her sê birayan ji çêm derxistine.

Tîman termên her sê birayan ji bo otopsiyê veguhastin morga nexweşxaneyê.