KONYA – Otomobîlê da nav xelkê: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Konyayê ya Tirkiyeyê, otomobîlê nav nav kesên ku li rawestgehê bûn.

Di vê qezayê de 4 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, qezayê li ser rêya Konya û Karamanê rû daye.

Piştî qezayê gelek tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar veguhastin nexweşxaneyên li bajêr û mirî jî birin morga Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê.