Tirsa erdhejê: Li Stenbolê 93 dibistan têne valakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê 93 dibistan ji ber ku nikarin xwe li ber erdhejê xwe bigirin û ne bihêz in têne valakirin û xwendekarên wan jî bi ser dibistanên din de têne dabeşkirin.

Parêzgariya Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihand ku li çend navçeyan 63 dibistanên ku metirsî li ser hene hilweşin û avahisaziya wan sist e, dê ji 20ê Sibatê ve bên valakirin û xwendekarên wan dê li dibistanên din bên belavkirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ji ber ku di erdheja sala 1999an de Stenbolê ziyaneke mezin dît, wan di sala 2006an de ji bo şopandina projeyan tîmek avakirin. Tîman li Stenbolê li hezar û 418 dibistanan lêkolîn kirine û derketiye ku tenê 67 dibistan hatine li ser xwe ne.

Ew dibistanên ku ne bihêz bûn, 369 hatin xurtkirin û 367 hatin hilweşandin û ji nû ve hatin avakirin. 87 dibistan jî ji aliyê rêxistin û saziyan ve hatine hilweşandin û jinûve avakirin lê 93 dibistanên ku ne bihêz in, hîn destkarî tê de nehatine guhertin, lewma parêzgehê biryara valakirina van dibistanan daye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 20ê Sibatê ve 51 hezar û 995 xwendekarên 93 dibistanan dê li dibistanên din bên belavkirin û 2 hezar û 765 mamoste jî dê ji bo dibistanên din bên veguhestin.

Li aliyê din Rêveberiya Perwerdehiyê ya Parêzgeha Stenbolê lîsteya dibistanên ku ji ber metirsiya erdhejê dê bên valakirin eşkere kir.