Mazot careke din biha dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot careke din biha dibe, bihayê her lîtreyeke motorînê 1 lîre û 15 qiruşan zêde dibe lê bihayê benzînê naguhere.

Bihayê petrolê û daketina nirxê lîreyê Tirkî bandorê li bazara Tirkiyeyê dike û rojane tişt biha dibin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, ji 20ê Kanûna Paşîn (sibe) ve li her lîtreyeke motorînê 1 lîre û 15 qiruşan zêde dibe û 40 lîreyî derbas dike.

Piştî vê zêdebûnê her lîtreyeke motorînê li Stenbolê dibe 40,12 lîre, li Enqereyê dibe 40,90 lîre û li Îzmîrê jî dibe 41,11 lîreyên Tirkî.