HDP û 7 partiyên çep piştî civîna hevbeş daxuyaniyek belav kirin

Hewlêr (Rûdaw) – HDP û heft partiyên çep ên Tirkiyê piştî civîna xwe ya hevbeş ku duh li ser daxwaza HDPê li Enqerê hat sazkirin, di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, polîtîkayên desthilatê dibin sedema hejarbûn, cihêkarî û têkdana xwezayê û tekez dikin “Ji bo rizgarbûna ji vê rewşê dikare yekîtiyek wiha bê avakirin ku baweriyê bide gel û bi vê yekê pêşî li rejîma tund bê girtin û rêya guherînkariyên demokratîk bê vekirin.”

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar û Pervin Buldan roja 18ê Çileya 2021ê bi armanca pêkanîna hevpeymaniyeke nû ligel nûnerên 7 partiyên çep ên Tirkiyê li Enqerê civiyan.

Nûnerên Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Federasyona Encûmenên Sosyalîst (SMF), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Malên Gel (Halkevleri), Partiya Hereketa Kedê (EHP) û Partiya Komunîst a Tirkiyê (TKP) di wê civîna hevbeş de amade bûn.

Piştî civînê her 8 partiyan daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di wê daxuyaniya hevbeş de 8 partiyan amaje bi wê yekê dane ku li Tirkiyê pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî her ku diçin zêde dibin û gotine: “Polîtîkayên kedxwer, cihêkar û talankirinê  yên desthilatê dibin sedem ku mafên mirovî yên  hemû pêkhateyên civaka ku hatine çewisandin ji wan bên stendin. Herwiha dibin sedema hejarbûn û têkdana xwezayê. Ji bo rizgarbûna ji vê rewşê dikare yekitiyek wiha bê avakirin ku baweriyê bide gel û bi vê yekê pêşî li rejîma tund bê girtin û rêya guherînkariyên demokratîk bê vekirin. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku divê hêzên sosyalîst, demkoratîk, çep û şoreşger bi hevbeşî tekoşîna xwe bimeşînin.”

Wan partiyan diyar kirine ku ew li ser bangawaziya HDPê civiyane, di civîne de çend biryar wergirtine û tekez dikin ku ew dê bi pêdagirî di çarçoveya wan biryaran de berpirsyaretiya xwe bicih bînin.

Biryarên ku di du civîne de hatine wergirtin wiha ne:

- Ji bo têkoşîna hevbeş û zêdekirina zemînên têkoşînê û bihêzkirina wan

- Ji bo diyarkirina mijarên têkoşînê û pêkanîna wan û  berdewamiya li ser hevdîtin û gotûbêjan,

- Me biryar da ku  têkoşîna hevbeş, ne tenê bi aliyên ku beşdar re sînordar bimîne û em dê  vê yekê  di nav hemû hêzên demokratîk, sosyalîst, şeoreşger û çep ên li Tirkiyê de  berfirehtir bikin. 

- Em dê rê û rêbazên avakirina pêkanîna demokrasiya herî berfireh, welatîbûna wekhev û têkoşîna hevbeş, ligel hemû kesên li Tirkiyê  hatine cihêkirin, mexdûrkirin, jin, ciwan û têkoşerên xwezayê biaxivin. Em bi biryar in ku wek hêzên çep, sosyalîst, demokratîk û şoreşger berpirsyariya bikeve ser milê me pêkbînin.

Ti partiyên çep ên Kurd ên Bakurê Kurdistanê bo civîna hevbeş a HDPê ya li gel partiyên çegir ên Tirkiyê nehatibûn vexwendin.

Partiya Çep a Tirkiyê diyar kiribû ku ew tevlî civîna ji bo pêkanîna Tifaqa Demokrasiyê ya ku HDP pêşengiya wê dike nabin, ji ber ku naveroka wê tifaqê û hûrgiliyê wê nayê zanîn.

Eger hevpeymaniya partiyên çep ên Tirkiyê bi pêşengiya HDPê wek pêwîst pêk bê, piştî Hevpeymaniya Cumhur û Hevpeymaniya Millet dê bibe sêyemîn hevpeymaniya siyasî li wî welatî daku beşdarî di hilbijartinên Hezîrana 2023ê de bike.