Hadî Behre li ser şerê li Kobaniyê axivî: ‘Madem rêxistin heye dê operasyon berdewam bin’

Stenbol (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya mixalefeta Sûriyeyê Hadî Behre li ser rewşa Kobaniyê û şer got, “Madem ev rêxistin li wir heye dê alozî û operasyonên leşkerî berdewam bin.”

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya mixalefeta Sûriyeyê Hadî Behre li Stenbolê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya mixalefeta Sûriyeyê Hadî Behre da zanîn ku ew bi Serokê HTŞyê re neciviyane got:

“Îtîlaf bi Fermandarê Odeya Operasyonên Leşkerî Birêz Ehmed Şer re ne civiyaye lê bi hin aliyan re hin pêwendî çêbûne ku bi birêvebiriya hikûmetê re dixebitin û hin alî ku ji wan ve nêzîk in.

Em dizanin ku tiştê pêştir di vê qonaxê de ku qonaxa birêvebirina kar e, qonaxeke demkî ye û meha Adarê bi dawî dibe, tiştê pêştir mijarên ewlehî, aştî û aramiyê ne û peydakirina pêwîstiyan û parastina saziyên hikûmetê ne.

Em gazinan ji wan nakin, em dema guncav didin wan da ku bikaribin li ser van mijaran kar bikin da ku bi ser bikevin.”

Hadî Behre li ser rewşa hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir û anî ziman:

“Bê guman dema ku em behsa rewşa desthilata veguhêz û desteya desthilat a veguhêz dikin, ez bawer dikim gotûbêjeke berfireh dê li ser hebe, di nava xelkên Sûriyeyê de.

Her wiha dîdar jî wê hebin bi Fermandarê Odeya Operasyonên Leşkerî re û bi Fermandarê Odeya Operasyonên Leşkerî Birêz Ehmed Şer re.

Her wiha li cem wan jî tiştekî bi navê komîteya siyasî heye û hikûmet jî heye. Bê guman em ji bo diyalogê vekirî ne, divê em alîkar û hevkar bin, her wiha divê em erkan di nava xwe de parve bikin.”

“Pêwîstiya me bi karmendan heye”

Hadî Behre li ser birêvebirina hikûmetê jî da zanîn:

“Niha ti cudahiya postan nîne, niha li Sûriyeyê gelek astengî li pêşiya me hene û pêwîstiya me bi karê hemûyan heye.

Yekem kesên ku divê em banga wan bikin, kesên ku ji saziyên dewletê cuda bûne ne.

Hejmareke mezin a kesên cudabûyî heye, ji saziyên sivîl û endazyariyê, her wiha efserên arteşê û efserên polîs jî hene û endamên artêşê û polîs hene.

Pêwîstiya me bi hejmareke mezin a karmendan heye.”

Hadî Behre li ser şerê li Kobaniyê yê di navbera HSDyê û komên çekdar de got:

“Em dizanin ku pirsgirêka Kobaniyê û bakurrojhilatê Sûriyeyê pirsgirêkeke gelekî bi êş e, ji ber ku sedema wê hebûna rêxistineke terorîst e li van navçeyan û ev rêxistina terorîst metirsiyê li hundirê Sûriyeyê çê dike.

Her wiha metirsiyê ji bo dewletên cîran jî çêdike, madem ev rêxistin li wir heye dê alozî û operasyonên leşkerî berdewam bin.

Em bi rêya aliyên navneteweyî û aliyên ku dikarin bi bandor bin hewl didin ku ev hêzên terorîstî li Sûriyeyê ku ti pêwendiya wan bi doza Sûriyeyê re nîne, ji aliyê girêdanên wan, damezrandina wan û fermandarên biyanî yên wan ve, divê ji Sûriyeyê vekişin.

Êdî cih ji wan re nema, ew bandorê li gelê me yê Kurd dikin, li ser jiyana wan, li ser paşeroja wan.

Ji ber vê yekê heger ew bi guvaşan bi aştiyane vekişin dê baş be, dê xwîna Sûriyeyiyan were parastin û êşên gelê me yê Kurd jî dê kêmtir bin.

Heger na, bi neçarî wê operasyonên leşkerî çêbibin. Ew jî rehet rûnanin, deverên me topbaran dikin û binpêkirinan dikin, ev yek jî bersivan tîne û rewşa leşkerî aloztir dike.”