Li Stenbolê 2,5 milyon biyanî dijîn

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bugra Gokçe ragihand ku li gorî amarên îdareya avê ya şaredariyê, li Stenbolê nêzîkî 2,5 milyon biyanî dijîn.

Li gorî Saziya Avê ya Şarederiya Bajarê Mezin a Stenbolê, li Stenbolê bi awayê fermî 255 hezar û 985 aboneyên avê yên biyanî hene.

“Di 8 salan de 10 qatan zêde bûne”

Bugra Gokçe got, li ser hejmara biyaniyan wiha axivî:

“Li gorî amaran, li Stenbolê nêzîkî 2,5 milyon biyanî dijîn. Aboneyên biyanî yên saziya avê di 8 salan de 10 qatan zêde bûne.

Eger welatiyên biyanî yên li Stenbolê tenê li bajarekî bijiyana dê ew bajar bibûna 9emîn bajarê herî mezin ê Ewropayê.

Li navenda Parîsê 2,1 milyon kes dijîn, li Viyanayê 1,9 milyon û li Barselonayê 1,6 milyon kes dijîn.”

“Divê were qedexekirin”

Gokçe xwest ku kirîna xaniyan ji bo biyaniyan were qedexekirin û pê de çû:

“Li Stenbolê di her malekê de kêm zêde 3,3 kes dijîn lê di malên biyaniyan de ji ber ku çend malbat bi hev re dijîn ev hejmar 8-10 kesan derbas dike.

Tevî koçberan, kesên mafê welatîbûnê wergirtiye û kesên mafê karkirinê wergirtiyê hejmara nişteciyên biyanî li Stenbolê gihiştiye ji sedî 16an.

Hem ji bo pirsgirêka kêmasiya xaniyan û hem jî bo siberoja bajarê me divê qedexe be ku biyanî xaniyan bikirin.”