Bakirhan: Govendên Kurdî tên qedexekirin lê desthilat dixwaze destûrekê çêbike

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê ragihand ku desthilata Tirkiyeyê di pêvajoyeke ku govendên Kurdî tên qedexekirin de dixwaze destûreke nû çêbike.

Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê bi kedkarên çapemeniyê re civînek saz kir û li ser mijarên di rojevê de axivî.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan amaje bi nîqaşên li ser destûra Tirkiyeyê da û got:

“Di serdemeke ku govendên Kurdî tên qedexekirin û ji bo dahol û zirneyan jî destûr tê xwestin de desthilat dibêje em ji destûra leşkerî rizgar bibin û destûreke nû çêbikin.

Destûrê her kes çêdike û Kenan Everen jî çêkir.

Ji çêkirina destûrê zêdetir çawaniya wê girîng e.”

Tuncer Bakirhan destnîşan kir, li welatekî ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, siyasetmedar û rewşenbîr ji ber fikrên xwe tên girtin kesek pêvajoya amadekirina destûreke nû jidil nabîne û anî ziman:

“Em vê pêvajoyê jidil nabînin.

Destûr ne tiştek e ku 3-4 partî li Parlamentoyê werin ba hev û çêbikin.

Peymaneke civakî ye. Destûreke ku civak ne tê de be nabe destûr.

Dibe mînakeke xirab a yên beriya xwe.”

Mijara amadekirina destûreke nû demek e di rojeva Tirkiyeyê de ye.

Destûra ku niha Tirkiye pê tê birêvebirin piştî darbeya leşkerî ya sala 1980an a di serokatiya Kenan Evren de sala 1982an hatiye amadekirin.

Desthilata Tirkiyeyê dibêje ew destûr ji serdema darbeyê maye û divê were guhertin.