Helîkoptereke Tirkiyeyê ketibû: Termên 3 kesan hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îzmîrê helîkoptereke Tirkiyeyê ketibû Bendava Tahtaliyê, îro termên 3 kesan hatin dîtin.

Li navçeya Menderesê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê helîkoptereke Rêveberiya Giştî ya Daristanan ketibû bendavê.

Helîkopterê hewl dida ji bo vemirandina agirê ku bi daristana navçeyê ketiye ji Bendava Tahtaliyê avê wergire lê ket bendavê.

Ev helîkopter, 16ê Îlonê ketibû bendavê û heta îro jî xebatên lêgerînê dihatin meşandin. 

Duh tîmên tenduristiyê, cendirme, tîmên ewlehiya peravan, AFAD û UMKE çûn cihê bûyerê.

Tîman, duh yek ji çar kesên ku di helîkopterê de bûn bi saxî ji avê hat derxist.

Îro jî termê her sê kesên din yên ku di wê helîkopterê de bûn ji Bendava Tahtaliyê hatin derxistin.