Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Doza Kobanî weke êrîşeke li dijî serweriya hiqûqê û demokrasiyê pênase kir.
Şandeke HDPê û parêzaran îro Şemiyê 18ê Îlona 2021ê derbarê proseya darizandinê ya Doza Kobanî ku niha hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag ji ber tên darizandin, civînek çapemeniyê saz kirin. Di civînê de Alîkarê Hevserokê HDPê Umid Dede axivî û got: “Ev doza kumpasê her çiqas weke êrîşeke li dijî HDPê û siyasetmedarên Kurd bê dîtîn jî, êrîş di bingeha xwe de bo serweriya hiqûqê û demokrasiyê ye.”
Di civînê de Seroka Şaxa Komeleya Hûqûqnasên ji bo Azadiyê ya Şaxa Enqerê Şevin Kaya, parêzerê Hevserokê berê yê HDP Selahattin Demirtaş, Cahit Kizilirmak û Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDPê Kenan Maçoglu beşdar bûn.
Destpêkê Alîkarê Hevserokê HDPê Umid Dede amaje bi wê da ku ji bo ku ew li ser çawaniya pêvajoya darizandinê ya Doza Kobaniyê agahiyan bi raya giştî re parvebikin ew civîn sazkirine û got: “Ev doza kumpasê her çiqas weke êrîşeke li dijî HDPê û siyasetmedarên Kurd bê dîtîn jî, êrîş di bingeha xwe de li dijî serweriya hiqûqê û demokrasiyê ye.”
Endamê Komîsyona Hiqûqê yê HDPê Kenan Maçaoglu jî destnîşan kir ku di sala 2014an di 6-8ê Cotmehê de lêkolîna dozê dest pê kiriye û di wê serdemê de du lêkolînên cuda hatine meşandin û got: “Lêkolîna yekem derbarê endamên Encûmena Rêvbir a Navendî ya HDPê ku ne parlamenter bûn hatibû destpêkirin, a duyem jî derbarê parlamenterên ku di Encûmena Rêvbir a Navendî de endam hatibû destpêkirin. Di demê 4 salan de 8 dozger hatin guhertin lê ji xeynî wergirtina îfadeyan ti kar nehatin kirin.”
Maçoglu amaje bi wê yekê jî da ku di sala 2018an de ji aliyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dozgerek nû bo dozê hatiye damezrandin û derbarê dosyeyê de biryara nihênîbûnê hatiye dayîn û got: “Piştî biryara nihêniyê hewl hatin dayîn ku delîlên nû bêne dîtin. Di nava du salan de dozgeriyê hewlek zêde da ku şahidhalên nihênî û îtîrafkaran bibîne. Li hemû bajarên Tirkiyê Hêzên Emnî, Cenderme û MIÎTê kar kirin, lê ti tiştek nehat dîtin.”
Di beşeke din ya axaftina xwe de Kenan Maçaoglu diyar kir ku piştî girtina Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag xebat û lêkolînên Ewlekariyê û Dozgeriyê yên derbarê wê dozê de zêdetir bûne û got: “Du şahidhalên nihênî bo dozê hatin dîtin. Piştre endamên Encûmena Rêvebir a Navendî ya HDPê di Îlona 2020an de hatin desteserkirin. Dozgeriyê îdianameyek bilez amade kir û hate pesendkirin. Piştre proseya darizandinê destpêkir. Me diyarkir ku ev prose, proseya kumpasê ye.”
Parêzerê Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, Cahit Kizilirmak jî di axaftina xwe ya di civînê de destnîşan kir ku ev doz di serî de kumpas e û got: “Me di proseya darizandinê de jî dît ku gotina me ya kumpasê rast derket. Di binê vê kumpasê de li ser Kurdan, jinavbirina HDP û li ser HDPê jî jinavbirina opozîsyona demokratîk ya Tirkiyê tê armanc kirin.”
Di doza Bûyerên Kobanî de Serdozgerê Giştî yê Komarî yê Tirkiyê, ji bo 108 berpirs û endamên HDPê daxwaza 19 hezar û 680 sal zindanê dike û herwiha ji bo 38 kes ji tohmetbarên dozê jî daxwaza zindana heta hetayê dike.
Yekemîn rûniştina dadgehê li ser wê dosyayê piştî derbasbûna 6 salan di ser bûyeran re, roja 26ê Nîsana 2021ê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê hat kirin.
Duyemîn rûniştina dadgehê li ser dosyeya `bûyerên Kobanî` roja Sêşemê 18 û Pêncşemê 20 Gulana 2021 li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê ya li Enqerê birêve çûbû.
Bûyerên Kobanî ku di rojên 6-8ê Cotmeha 2014 de rû dan, weke hinceteke sereke bo daxistina HDPê jî amaje pê tê kirin. Serdozgeriya Komarî ya Tirkiyê ji bo girtina HDPê dubare îdianameyek amade kiriye.
Bûyerên Kobanî
Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.
Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse