Keştiya koçberan binav bû: 16 kes xeniqîn, 30 kes wenda ne

Hewlêr (Rûdaw) – Li peravên Derya Spî keştiyeke koçberan noqê avê bû. Li gorî agahiyên destpêkê 16 kes xeniqîn û 30 kes jî birîndar in.

 

Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyê di keştiyê de 150 koçberên Sûriyeyî hebûne û 16 mîl li dûrê Qibrisa Tirkiyê binav bûye.

 

Hate gotin, ku piştî bûyerê tîmên hawarçûnê yên Qibris û Tirkiyê xwe gihandine koçberan û 105 kes bi saxî rizgar kirine.

 

Herwiha termê 16 kesan ji avê derxistine û hêj jî 26 kes wenda ne.

 

Hate gotin rewşa hinek kesên ji mirinê filitîne jî xeter e.