Encamê fermî yên hilbijartinên Tirkiyeyê

 

Hewlêr (Rûdaw) -  Komisiyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) îro di daxuyaniyek fermî de encamê dawî yên hilbijartinên parlamantoya wî welatî ragihand.

 

Komisiyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) îro encamên dawî û fermî yên hilbijartinên giştî yên parlamnetoya wî welatî bi awayeke fermî piştrast kir.

 

Serokê YSKê Seidî Guven di daxuyaniya xwe de ragihand, ku rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinên 7ê Hezîranê de %83.92 bûye. Li gor wê daxuyaniyê ji 56 milyon û 608 hezra û 817 kesên ku mafê dengdanê hebûn, 47 milyon û 507 hezar û 467 hezra kesan dengên dane û ji wê rêjeyê jî 46 milyon û 163 hezar deng serrast bûne û hatine hejmarkirin.

 

Li gor daxuyaniyê YSKê, AK partiyê bi %40. 87ê dengan 258 parlamenter, CHPê bi %24.95ê dengan 132 parlamenter, MHPê bi %16.29ê dengan 80 parlamenter û HDPê bi %13.12ê dengan 80 parlamenter derbasî parlamentoya Tirkiyeyê kirine.