CHPê careke din dest bi kampanya "Bilêta Demokrasiyê" kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baskê Ciwanan ê CHPê Gençosman Killik bi daxuyaniyekê kampanyaya “Bilêta Demokrasiyê” ragihand ku armanc ewe xwendekaran bo ser sindoqan vebiguhezin.

Serokê Baskê Ciwanan yê CHPê Gençosman Killik roja Pêncşemê 18ê Gulana 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya hilbijartina 28ê Gulanê de wan dest bi kampanyaya “Bilêta Demokrasiyê” kirine û armanca wan xwendekar bikaribin biçin ser sindoqan.

Killik amaje pê daye ku kampanya roja Înê 19ê Gulanê destpê dike û yên dixwazin dikarin serlêdan bikin.

Serokê Baskê Ciwanan yê CHPê Gencosman Killik got, “Kampanya Bilêta demokrasiyê di gera yekemîn ya hilbijartinan de derfet da 73 hezar xwendekaran ku bikaribûn biçin dengê xwe bikarbînin. Li gor serlêdanan, me bi giştî 160 hezar kes bo sindoqan veguhestin. Li ser daxwazê careke din roja Înê  em dest bi vê kampanyayê dikin. Dema me hindik maye û divê di nav 3 rojan de serlêdan bê kirin. Hemû welatiyên me jî dikarin alîkar bin.”

Di 14ê Gulanê de piştî ku berbijêrên hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyê ji %50ê dengan bi dest nexistin hilbijartin ji bo gera duyem ma ku dê di 28ê Gulana 2023an de bê kirin.